Dostaniya Bi Dinyayê Re
1 Şer û pevçûnên di nav we de ji ku derê ne? Ma ev ne ji xwestekên we yên ku di endamên bedena we de şer dikin, tên?
2 Çavê we li tiştekî ye, lê hûn bi dest naxin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bigihîjin armanca xwe. Hûn şer û pevçûnê dikin. Hûn bi dest naxin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin.
3 Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin.
4 Hey zînakarno! Ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re, dijminahiya bi Xwedê re ye? Loma kî ku bixwaze bibe dostê dinyayê, xwe dike dijminê Xwedê.
5 Ma hûn guman dikin ku Nivîsara Pîroz badîhewa dibêje: «Xwedê bi hesûdî ruhê ku daye me dixwaze».
6 Lê keremeke hê mezintir dide. Loma dibêje:
«Xwedê li hember pozbilindan disekine,
Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»
7 Loma bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve.
8 Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe. Gunehkarno, destên xwe paqij bikin. Dudilîno, dilê xwe safî bikin.
9 Bi keder bin, şînê bigirin û bigirîn. Bila kenê we bibe şîn, şahiya we jî bibe melûlî.
10 Xwe li ber Xudan nizim bikin, ewê we bilind bike.
Hevdû Dadbar Nekin
11 Birayên min, ketma* hev nekin. Yê ku ketma birayê xwe dike û wî dadbar* dike, ew ketma Şerîetê dike û Şerîetê dadbar dike. Eger tu Şerîetê dadbar bikî, tu ne ew î ku Şerîetê pêk tîne, lê belê tu li ser Şerîetê dadger* î.
12 Yê ku Şerîet daniye û dîwanê dike, tenê yek e. Yê ku dikare xilas bike û helak bike ew e. Îcar tu kî yî ku tu cîranê xwe dadbar dikî?
Pesindana Sibê
13 De werin, hûn ên ku dibêjin: «Îro an sibê emê herin filan an bêvan bajarî, emê li wir salekê derbas bikin, kirrîn û firotinê bikin û peran qezenc bikin».
14 Lê hûn nizanin ku sibê jî wê çi çêbe. Jiyana we çi ye? Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe.
15 Di cihê vê de, divê hûn weha bêjin: «Xwedê hez bike, emê bijîn û vî karî an wî karî bikin.»
16 Lê hûn bi vî halê xwe, bi quretî pesnê xwe didin. Her pesindana weha xerab e.
17 Loma yê ku bi ya qenc dizane û nake, jê re guneh e.