Zebûr 20
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid e.
1 Di roja teng de, bila Xudan bide bersîva te
Bila navê Xwedayê Aqûb te bilind bike.
2 Bila ji dera pîroz ji te re bişîne alîkarî,
Ji Siyonê ji te re bibe hêzdarî.
3 Bila hemû goriyan bibîr bîne,
Goriyên şewitandî bipejirîne!
4 Bila bi dilê xwe bide te,
Hemû şîretên te bi cih bîne!
5 Hingê emê, serketina te bi şahî pîroz kin,
Bi navê Xwedê alên xwe rêz kin.
Bila Xudan hemû daxwazên te bi cih bîne.
6 Niha ez hîn bûm, Xudan ji meshkiriyê* xwe re rizgariyê tîne.
Bi hêza destê xwe yê rastê,
Ji ezmanên pîroz wî dibersivîne.
7 Hin bi erebên xwe yên şer,
Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin.
Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin.
8 Ew xwar bûn, dikevin;
Em rabûn, ripîrast in.
9 Ya Xudan, ji padîşah re rizgariyê bîne!
Gava me bang kir, me bibersivîne!