Zebûr 24

Zebûr 24

Zebûra Dawid.

1 Dinya û hemû kesên ku tê de ne,

Ruyê erdê û tijebûna wê, ya Xudan e.

2 Çimkî wî ava kir ew li ser deryayan,

Da sekinandin li ser çeman.

3 Kî dikare derkeve çiyayê Xudan,

Û raweste li cihê wî yê pîroz?

4 Ew zilamê ku destê wî paqij û dilê wî pak e,

Dilê wî neketiye pey derewkarî,

Û ne jî sond xwarî bi hîlekarî.

5 Ew ji Xudan pîroziyê,

Ji Xwedayê rizgarkirina xwe mafdariyê distîne.

6 Yên weha ji wî nifşî ne ku li wî digerin,

Ew gelê Aqûb in ku li riya Xudan digerin.

7 Ey derîno, serê xwe bilind kin!

Vebin, ey deriyên kevin!

Da ku Padîşahê berz têkeve hundir!

8 Ma kî ye ev Padîşahê berz?

Ew Xudan e, hêzdar û pêkar

Ew Xudan e, di şer de mêrxas.

9 Ey derîno, serê xwe rakin!

Vebin ey deriyên kevin!

Da ku padîşahê berz têkeve hundir!

10 Ma kî ye ev Padîşahê berz?

Ew e Xudanê artêşên ezman,

Ew e Padîşahê berziyê.