Zebûr 42
Ji bo şefê muzîkê, Maskîla lawên Korah e.
1 Wek bêrîkirina xezalê ya ava newalan,
Canê min jî wusa bêriya te dike, ey Xwedê!
2 Canê min ji Xwedê re, ji Xwedayê jîndar re tî bûye;
Ezê kîngê vegerim û li pêş Xwedê bêm dîtin?
3 Ji bo ku her roj ji min re gotin «Xwedayê te li ku ye?»
Bi şev û bi roj hêstirên çavê min, bûn xwarina min.
4 Gava ku tê bîra min, dilê min dike kizirîn,
Çawa ez bi civatê re dimeşîm,
Bi şahî û dengê spasî,
Bi qelebalixa ku dike ceng,
Bi wan re heta mala Xwedê dimeşîm.
5 Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinale hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Ezê dîsa jê re spas bikim;
Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min.
6 Dilê min xemgîn e,
Ji ber vê yekê, ji diyarê Erdenê,
Ji çiyayên Hermonê, ji Çiyayê Mîtsarê,
Loma, te bibîr tîne.
7 Kûrahî deng li kûrahiyê dike, bi gurmîna leylanên te,
Di ser min re derbas bûn, hemû pêl û avên te.
8 Bi roj, Xwedê kerema xwe nîşan dide,
Bi şev lavijan dibêjim, dua dikim,
Ji Xwedayê jiyana xwe re.
9 Ez ji zinarê xwe, ji Xwedayê xwe re dibêjim:
«Te çima ez jibîr kirim?
Çima ezê di bin zora dijmin de,
Şîndar bigerim?»
10 Tevahiya rojê çaxê ku dijminên min, bela xwe di min didin,
Ji min re dibêjin: «Ka li ku ye Xwedayê te?»
Li zora min diçe, wek ku bipelçiqînin hestiyên min.
11 Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinale hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Ezê dîsa jê re spas bikim;
Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min.