Zebûr 43
1 Li doza min binêre ey Xwedê,
Min biparêze li hember bêwefayan,
Azad ke, ji hîlekar û neheqan.
2 Çimkî tu Xwedayê min, tu stara min î;
Te çima ez avêtim?
Çima ezê di bin zora dijminên xwe de,
Şîndar bigerim?
3 Tu ronahiya xwe, rastiya xwe bişîne,
Bila ji min re bibe rêber,
Min bibin çiyayê te yê pîroz û warê te.
4 Hingê ezê herim gorîgeha Xwedê,
Bi şahî biçim ba kaniya dilgeşiya xwe Xwedê,
Û ji te re ey Xwedê, Xwedayê min,
Bi çengê spas bikim.
5 Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinalî hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Çimkî ezê dîsa jê re spas bikim;
Ew e rizgarkar û Xwedayê min.