Zebûr 82
Zebûra Asaf.
1 Li civata Xwedê, Xwedê radiweste,
Di nav îlahan de dadbariyê dike.
2 «Ma tê heta kîngê bi neheqî bidî biryar,
Ji bo xeraban bibî meyildar?
3 Li doza yê lewaz û sêwiyan binêrin,
Mafê bindest û feqîran biparêzin.
4 Yê lewaz û belengaz xelas kin,
Wan ji destê xeraban azad kin.»
5 Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin,
Û di tarîyê de digerin,
Hemû bingehên erdê dihejin.
6 «Min got, ‹Hûn îlah in,
Û hemû kûrên Yê Berz in!›
7 Dîsa hûnê wek mirovan bimirin,
Wek yek ji serokan, hûnê bikevin!»
8 Rabe ey Xwedê, rûyê erdê dadbar bike!
Çimkî hemû milet yên te ne.