Zebûr 84

Zebûr 84

Ji bo şefê muzîkê, li ser Gîttit,

Zebûra lawên Korah.

1 Ey Xwedayê ordiyan,

Çiqas xweş e ciyê te.

2 Canê min bêriya hewşên Xudan dike,

Jê re dixeriqe,

Dilê min û bedena min,

Xwedayê jîndar bi şahî bibîr tîne.

3 Di gorîgehên te de,

Heta beytikê ji xwe re malek, hechecikê jî,

Ji bo danîna ferxikên xwe, ji xwe re hêlînek dît.

Ey Xudanê ordiyan, padîşah û Xwedayê min!

4 Xwezî bi wan ku li mala te rûdinên,

Ew hergav spasdarên te ne.

5 Xwezî bi wî ku hêza xwe ji te distîne!

Riya heca Siyonê di dilê wî de ye.

6 Gava ew di Geliyê Bekayê re derbas dibin,

Ew wê derê dikin serê kaniyê,

Bila bi barana pêşî re, ew der bibîne adaniyê.

7 Çiqas here wê hêzdar bibin,

Wê li Siyonê, ji alî Xwedê ve bên dîtin.

8 Ya Xudan, Xwedayê ordiyan goh bide dua min,

Goh bide ey Xwedayê Aqûb.

9 Ey Xwedayê ku mertalê me ye, binêre,

Ruyê meshkiriye* xwe bibîne!

10 Rojeke li hewşên te,

Ji hezar rojan çêtir e;

Di şûna ku ezê li konê xerabiyê rûnêm,

Li mala Xwedê, li ser sekokê rûniştin, çêtir e ji bo min.

11 Çimkî Xudan Xwedê roj û mertal e.

Kerem û berziyê dide;

Ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne.

12 Ey Xudanê ordiyan,

Yê ku bi te ewle ye, çiqas dilgeş e!