Zebûr 85
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra lawên Korah.
1 Ya Xudan, tu ji diyarê xwe razî mayî,
Te Aqûb ji surgûnê bi şûn ve anî.
2 Te gunehê gelê xwe bexişand,
Hemû sûcên wan nuxumand.
3 Te, hemû xezeba xwe da alî,
Dev ji kela hêrsa xwe berda.
4 Ey Xwedayê rizgariya me, me bizivirîne,
Hêrsa xwe ya li hember me daxîne!
5 Ma tê her û her hêrs bibî li me?
Û hêrsa te bajo li hember hemû nifşên me?
6 Da ku gelê te bi te şa be,
Tê me cardin nevejînî?
7 Ya Xudan kerema xwe nîşan bide me,
Rizgarkirina xwe bide me!
8 Xwedê Xudan çi bêje ezê gohdar bim;
Ewê ji gelê xwe û dilsozên xwe re aştiyê bêje,
Da ku ew, cardin venegerin bêaqiliyê.
9 Rizgarkirina wî, nêzikî wan e ku ji wî ditirsin,
Da ku keremê li diyarê me bide rûniştin.
10 Wê hezkirin û kerem bigihîjin hev,
Aştî û rastdarî, ramûsin hev.
11 Wê rastî li erdê şîn bibe,
Rastdarî ji jor ve binêre.
12 Wê Xudan ya qenc bide,
Û axa me berê xwe bide.
13 Wê rastdarî li pêş wî bimeşe,
Û ji gavên wî re rê çêke.