Zebûr 87
Zebûra lawên Korah, lavij.
1 Bingeha wê, li ser çiyayê pîroz e.
2 Xudan ji deriyên Siyonê,
Ji hemû avahiyên Aqûb bêtir hes dike.
3 Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:
4 «Di nav yên ku min dinasin de,
Ezê Rahav û Babîlê bibîr bînim,
Va ye Filîstî, Sûr û Hebeş.
Ev mirov li wê derê çêbûne.»
5 Belê wê ji bo Siyonê weha bê gotin:
«Ev zilam û hemû yên din, li wê derê çêbûn.
Û Yê Berz bi xwe, wê derê qayim dike.»
6 Çaxê ku Xudan miletan binivîse,
Wê bêje, «Ev li Siyonê çêbûne.»
7 Stranbêj û govendger,
Wê bêjin, «Hemû çavkaniyên min ji te ne!»