Zebûr 93
1 Xudan serweriyê dajo, bi rewnaqî rapêçandî,
Hêzê li xwe kiriye, bi hêzê rapêçandî.
Dinya zexim hatiye avakirin, naleqe.
2 Textê te, ji demên kevin ve hatiye avakirin,
Tu ji beriya destpêkê ve heyî.
3 Lehî radibin, ya Xudan,
Lehî bi rabûna xwe dikin gurmîn,
Lehî pêlên xwe bilind dikin.
4 Xudanê li jor,
Ji gurmîna avên mezin,
Ji pêlên deryayê yên har hêzdartir e.
5 Şîretên te pirr dilsoz in;
Her û her ya Xudan,
Pîrozî bi mala te dikeve.