Zebûr 95
1 Werin em bi şahî bang bikin Xudan,
Ji zinarê rizgariya xwe re bi şahî bikin qêrîn,
2 Em bi spasî derkevin pêşberî wî,
Em lavijên şahiyê bêjin ji bo wî!
3 Çimkî Xudan, Xwedayekî mezin e,
Di ser hemû îlahan de ew padîşahê mezin e.
4 Derên kûr ên erdê di destê wî de ne,
Bendavên çiya jî yên wî ne.
5 Derya ya wî ye, çimkî wî afirandiye,
Erd jî bi destê wî çêbûye.
6 Werin em biperizinê û şa bibin,
Li pêş Xudanê ku em afirandine herin ser çokan.
7 Çimkî ew Xwedayê me ye,
Û em jî gelê mêrga wî,
Miyên ber destê wî ne.
Xwezî we îro dengê wî bibihîzta,
8 Wek li Merîbayê û wek roja Massayê li çolê,
Dilê xwe hişk nekin.
9 Li wir bav û kalên we, di gel ku karên min dîtin,
Wan ez sihêtî kirim û ez ceribandim.
10 Çil salan min derdê wî nifşî kişand,
Min got, «Ev miletek dilşaşbûyî ye,
Wan bi riyên min nizanibûn.»
11 Loma min bi hêrs sond xwar:
«Ewê nekevin rihetiya min.»