Zebûr 99
1 Xudan serweriya xwe dajo, bila bilerizin gel!
Ew li ser Kerûbiyan li text e,
Bila bilerize erd.
2 Xudan li Siyonê mezin e,
Li ser tevahiya gelan li jor e.
3 Bila her kes pesnê navê te yê mezin û bi bizdan bide!
Ew pîroz e.
4 Ey padîşahê hêzdar û dadhez,
Tu wekheviyê ava dikî,
Di nîjada Aqûb de, te rastdarî û dadperwerî pêk anî.
5 Xudanê me, Xwedê berz bikin,
Li ber pêpelûka lingê wî biperizin!
Ew pîroz e.
6 Mûsa û Harûn kahînên wî bûn,
Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin,
Wan bang kir Xudan,
Wî ew bersîvandin.
7 Wî di stûna ewr de ji wan re got,
Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan,
Bi cih anî.
8 Ya Xudan, Xwedayê me, te bi xwe ew bersîvandin;
Her çi, te ji karên ku kirin tol sitand jî,
Tu li hember wan Xwedayek bexişkar bûyî.
9 Xwedayê me Xudan berz bikin,
Li çiyayê wî yê pîroz herin ser çokan,
Çimkî Xwedayê me Xudan pîroz e.