Peyva Jiyanê
1 Ev Peyva* ku em bi we didin bihîstin, Peyva jiyanê ye. Ew ji destpêkê ve hebû, me bihîstiye, me bi çavên xwe dîtiye, me lê nêriye û dest daye wê.
2 Ev jiyan xuya bû, me ew dît û em jê re şahidiyê dikin û em wê jiyana herheyî ya ku bi Bav* re bû û ji me re xuya bû, bi we didin zanîn.
3 Tiştê ku me dîtiye û bihîstiye, em bi we jî didin zanîn, da ku hevpariya we jî bi me re hebe. Bi rastî hevpariya me bi Bav* û bi Kurê wî Îsa Mesîh re ye.
4 Em van tiştan ji we re dinivîsin, da ku şahiya me temam be.
Xwedê Ronahî Ye
5 Tiştê ku me ji wî bihîstiye û peyva* ku em dixwazin bi we bidin bihîstin ev e: Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune ye.
6 Eger em bêjin: «Hevpariya me bi wî re heye» û hê jî em di tariyê de rêve herin, em derewan dikin û li gor rastiyê nakin.
7 Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.
8 Eger em bêjin: «Gunehê me tune», em xwe dixapînin û rastî bi me re tune.
9 Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.
10 Eger em bêjin: «Me guneh nekiriye», em wî derewker dikin û peyva wî bi me re tune.