Zebûr 110

Zebûr 110

Zebûra Dawid.

1 Xudan ji efendiyê min re got:

«Heta ku ez dijminên te, ji bin lingê te re bikim pêpelûk

Tu li milê min ê rastê rûnê.»

2 Wê Xudan ji Siyonê gopalê hêza te bişîne,

Tu di nav dijminên xwe de serweriyê bajo!

3 Di roja te ya şer de,

Wê gelê te bi dilxwazî herin.

Wek xunava ku di seherê de dikeve,

Bi rewnaqiya pîroz pêçayî,

Wê xortên te li pey te werin.

4 Xudan sond xwar, ji sonda xwe nazivire:

«Li gor pergala Melkîsedek,

Tu her û her kahîn î!»

5 Reb li milê te yê rastê ye,

Di roja xwe ya xezebê de, wê li padîşahan xe.

6 Wê di nav miletan de dadbariyê bike,

Wê hawirdor bi laşan tije bibe,

Wê li seranserê erdê, serokan bipelçiqîne.

7 Wê ji newala li ser riya xwe avê vexwe;

Loma wê serê xwe rast bigire.