Zebûr 111
1 Pesnê Xudan bidin!
Ezê li civata rastan,
Di nav komê de,
Bi hemû dilê xwe ji Xudan re spas bikim.
2 Karên Xudan mezin in,
Yên ku bi wan şa dibin li wan digerin.
3 Karên wî berz û rewnaq in,
Rastdariya wî her û her dajo.
4 Xudan, karên xwe yên nedîtî da bibîranîn,
Ew dilovan û keremdar e.
5 Ew yên ku jê ditirsin têr dike,
Peymana xwe her û her bibîr tîne.
6 Ew mîrasa miletan dide gelê xwe,
Bi wan nîşan dide, hêza karên xwe.
7 Karên destê wî dilsoz û bi dad in,
Hemû şertên wî, berbawer in;
8 Ew bêleq û her û her in,
Bi dilsozî û rastiyê hatine çêkirin.
9 Wî rizgariya gelê xwe şand,
Peymana xwe ji bo her û her fermand.
Navê wî pîroz û tirsdar e.
10 Destpêka şehrezayiyê tirsa Xudan e,
Herkesê ku emrên wî tîne cih,
Fêmdariyek wî ya qenc heye.
Pezindan her û her ji bo wî ye!