Zebûr 113
1 Pesnê Xudan bidin!
Pesin bidin, ey evdên Xudan,
Pesnê navê Xudan bidin!
2 Ji niha heta her û her,
Bila pîroz be navê Xudan!
3 Ji derketina rojê heta çûna wê ya ava,
Hêjayî pesindanê ye navê Xudan!
4 Xudan li ser tevahiya miletan serwer e,
Û berziya wî li ser ezmanan e.
5 Ma kî wek Xudan Xwedayê me ye?
Li jorê rûdinê.
6 Xwe ditewîne,
Da ku erd û ezman bibîne.
7 Ew yê ketî ji erdê radike,
Yê hejar ji ser sergo bilind dike;
8 Da ku gelê wî bi mîran re,
Bi mîrên gelê xwe re rûnê.
9 Ew malê dide jina stewr,
Wê dilşa dike û dike dayika zarokan.
Pesnê Xudan bidin!