Zebûr 114
1 Gava ku Îsraêl ji Misirê,
Nîjada Aqûb ji dera ku zimanê xerîb lê tê peyivîn derket,
2 Cihûda bû ciyê pîroz ê Xwedê,
Îsraêl bû padîşahiya wî.
3 Deryayê nihart û bi şûn ve vekişî,
Çemê Şerîayê bi şûn ve herikî.
4 Çiya, wek beranan,
Gir jî, wek berxan hilpetikîn.
5 Ey derya, çi bi te hat tu direvî?
Ey Şerîa, tu çima şûn ve diherikî?
6 Ey çiyano, çima hûn wek beranan,
Ey girno, çima hûn wek berxan hilpetikîn?
7 Ey erd, li pêş serwerê xwe,
Li pêş Xwedayê Aqûb bilerize.
8 Wî zinar zivirand gola avê,
Kevirê heste, kir kaniya avê.