Zebûr 120
Lavija Hecê.
1 Di tengahiyê de ez bang dikim Xudan;
Ew bersîva min dide.
2 Ya Xudan, tu xelas ke canê min ji lêvên derewkar,
Min azad ke ji zimanê hîlekar.
3 Ey zimanê hîlekar,
Wê çi bi te bê dayin,
Wê çi li te bê zêdekirin?
4 Tîrên tûj ên mêrxas,
Terrafa agirê gezikê!
5 Wey li min, ez li Meşekê xerîb mam,
Di nav konên Kedarê de rûniştim.
6 Ji zû ve ye ku ez,
Bi yên ku ji aştiyê nefret dikin re rûdinêm.
7 Ez alîgirê aştiyê me,
Belê gava ku dest bi gotinê dikim,
Ew radibin şer!