Zebûr 124

Zebûr 124

Lavija Hecê ya Dawid

1 Bila niha Îsraêl bêje:

«Eger Xudan ne bi me re bûya,

2 Gava ku dijmin êrîşî me dikir,

Eger Xudan ne bi me re bûya,

3 Çaxê kela hêrsa wan rabûbû,

Hingê wanê, em bi saxî daqurtanda.

4 Hingê, wê tofanê em bi xwe re bibira,

Pêl di ser me re derbas bibûna.

5 Hingê wê avên rabûyî,

Em bi xwe re bibirana.»

6 Bila Xudan pîroz be,

Ew Xudan, ku em nekirin nêçîra ber diranê wan!

7 Canê me,

Wek çûkekê ji dahfika nêçîrvanan xelas bû,

Dafik şikest, em xelas bûn.

8 Alîkariya me bi navê Xudan e,

Ew afirandarê erd û ezman e.