Zebûr 130
Lavija Hecê.
1 Min ji kûrahiyan bangî te kir, ya Xudan!
2 Tu dengê min bibihîze, ya Reb!
Tu baş goh bide hawara min!
3 Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan,
Ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan?
4 Belê tu bexişkar î,
Da ku ji te bê tirsîn.
5 Çavê min li riya Xudan e,
Canê min li benda wî ye,
Hêviya min peyva wî ye.
6 Yên ku li benda sibê ne,
Erê, ji yên ku li benda sibê ne bêtir,
Canê min li benda Reb e.
7 Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde!
Çimkî li ba Xudan kerem,
Û bi wî rizgariya temam heye.
8 Yê ku wê Îsraêlê,
Ji hemû gunehên wê rizgar bike ew e.