Zebûr 131
Lavija Hecê ya Dawid.
1 Ya Xudan, di dilê min de quretî tune,
Û çavê min ne li jor e.
Ez bi karên mezin re,
Bi karên ku min derbas dikin re, bilî nebûm.
2 Belê, min xwe aş kir û ez bêdeng mam,
Wek zarokê ku ji şîr hatiye birrîn û di himêza dê de ye,
Canê min jî wusa bi min re ye.
3 Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde,
Ji niha û heta her û her!