Zebûr 133
Lavija Hecê ya Dawid.
1 Çiqas qenc e, çiqas xweş e,
Di yekîtiyê de jiyana biratî!
2 Wek wî rûnî ye, ku li serî tê xistin,
Wek wî rûnê hêja ye, ku ji rî, ji riyê Harûn,
Heta pistûka xeftanê wî herikî.
3 Ev wek xunava Çiyayê Hermonê ye,
Ku li Çiyayê Sîyonê diherikîne.
Çimkî Xudan li wê derê,
Bereket û jiyana herheyî difermîne.