Ûnis ji Xudan Direve
1 Peyva Xudan ji Ûnisê kurê Amîttay re hat û got:
2 «Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin û li hember wî dengê xwe bilind bike. Çimkî xerabiya wan gihîşt heta ba min.»
3 Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û keştiyeke ku diçe Tarşîşê dît; heqê riya xwe da û ket keştiyê da ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.
4 Xudan bagerek mezin bi ser deryayê ve şand. Di deryayê de bahozeke wisa mezin rabû ku hindik mabû keştî perçe perçe bibe.
5 Deryavan tirsiyan û her yekî ji wan ji îlahê xwe re kir hawar. Ji ber ku barê keştiyê sivik bikin tiştên tê de avêtin deryayê. Heçî Ûnis bû, daketibû embara keştiyê, razabû û ketibû xeweke giran.
6 Serwerê keştiyê hat ba Ûnis û jê re got: «Ev çi razan e! Rabe, ji îlahê xwe re bike hawar da ku me bîne bîra xwe û em helak nebin.»
7 Piştre deryavanan ji hev re got: «Werin em pişkê bavêjin û hîn bibin ka gelo kê ev bela aniye serê me.» Wan pişk avêt û li Ûnis ket.
8 Jê re gotin: «Ka ji me re bêje, kî ye sedema vê belayê! Tu çi karî dikî? Ji ku derê têyî? Welatê te ku der e? Tu ji kîjan miletî yî?»
9 Ûnis ji wan re got: «Ez Îbranî me, ez diperizim Xudan,Xwedayê ezmanan ê ku bejahî û derya afirandiye.»
10 Paşê zilam bêtir tirsiyan û jê re gotin: «Ev karê ku te kir çi ye?» Çimkî wan dizanibû ku ew ji ber Xudan direve, ji ber ku wî berê ji wan re gotibû.
11 Wan ji wî re got: «Ji bo ku derya aram be, em çi ji te bikin?» Çimkî her ku diçû pêlên deryayê har dibûn.
12 Ûnis ji wan re got: «Min bavêjin deryayê. Paşê wê derya ji bo we aram bibe; ji ber ku ez dizanim ev pêlên mezin ji ber min in.»
13 Deryavan, ji bo ku xwe li bejê bigirin, giraniya xwe dan bêrikan. Lê belê bi ser neketin, ji ber her ku diçû pêlên deryayê bilindtir dibûn.
14 Gazî Xudan kirin û gotin: «Ya Xudan, em ji te lava dikin, nehêle ku em ji ber vî mirovî helak bibin. Gunehê wî nexe stûyê me. Ya Xudan, te çawa xwest wisa jî kir.»
15 Rabûn, Ûnis avêtin deryayê. Li ser vê yekê derya aram bû.
16 Ji tirsa mezin, soz dan ku ji Xudan re goriyan pêşkêş bikin.
17 Xudan, ji bo ku Ûnis di zikê wî de biparêze, masiyekî mezin şand. Masî ew daqurtand. Ûnis sê roj û sê şevan di zikê wî de ma.