Metta 4

Ceribandina Îsa Mesîh

1 Hingê Ruh* Îsa bir çolê, da ku ji aliyê Îblîs* ve bê ceribandin.

2 Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû

3 û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.»

4 Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva* ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.›»

5 Piştre Îblîs ew bir Bajarê* Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê* û jê re got:

6 «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.›»

7 Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan* Xwedayê xwe neceribîne.›»

8 Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da

9 û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî* min, ezê van hemûyan bidim te.»

10 Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize* Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›»

11 Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin.

Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike

12 Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtin, xwe da aliyê Celîlê*.

13 Ew ji Nisretê derket, çû Kefernahûma li qeraxê golê ya li herêma Zebûlon û Nefteliyê bi cih bû,

14 da ku ew peyva ku bi devê Îşaya* pêxember hatibû gotin, bê cih:

15 «Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê

Ber bi golê ve, ji Çemê Urdunê wê ve,

Celîla miletan!

16 Ew gelê ku di tariyê de rûdine,

Ronahiyeke mezin dît.

Û li ser wan ên ku li welatê di bin siya mirinê de rûdinin

Ronahî derket.»

17 Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi hînkirinê kir û got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya* Ezmanan nêzîk bûye.»

Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike

18 Gava ku Îsa li perê Gola Celîlê digeriya, wî du bira dîtin, Şimûnê* ku jê re Petrûs* digotin û birayê wî Endrawis. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn.

19 Îsa ji wan re got: «Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.»

20 Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.

21 Îsa ji wê derê pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê* Zebedî û birayê wî Yûhenna*. Wan bi bavê xwe Zebedî re di qeyikê de torên xwe vediçinîn. Îsa gazî wan jî kir.

22 Wan jî di cih de qeyik û bavê xwe hiştin û ew li pey wî çûn.

Îsa Hîn Dike û Nexweşan Qenc Dike

23 Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên* wan de hîn dikir, Mizgîniya* Padîşahiyê* dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin.

24 Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî*, atî* û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin.

25 Îcar elaletên* mezin ji Celîlê, ji Dêkapolîsê*, ji Orşelîmê*, ji Cihûstanê* û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.