Adetên Bav û Kalan
1 Hingê ji Orşelîmê* hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn:
2 «Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!»
3 Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikênin?
4 Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire›û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›
5 Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn,
6 êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir.
7 Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye:
8 ‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min
Lê dilê wan ji min dûr e.
9 Bi pûçîtî diperizin min,
Di hîndariya xwe de,
Emrên mirovan hîn dikin.› »
Tiştên ku Mirov Murdar Dikin
10 Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin.
11 Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar* dike.»
12 Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?»
13 Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra* ve bê rakirin.
14 Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»
15 Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.»
16 Îsa ji wan pirsî: «Ma hûn jî hê fêmkor in?
17 Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve?
18 Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar* dikin.
19 Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr* ji dil dertên.
20 Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.»
Baweriya Jinika Kenanî
21 Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr* û Saydayê.
22 Jineke Kenanî ya* ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê* Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.»
23 Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê, dike qîrîn.»
24 Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.»
25 Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!»
26 Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»
27 Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.»
28 Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya* te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû.
Îsa Gelek Mirovan Qenc Dike
29 Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt.
30 Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht*, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin.
31 Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan.
Îsa Çar Hezar Mirovan Têr Dike
32 Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!»
33 Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?»
34 Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.»
35 Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin.
36 Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê.
37 Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev.
38 Hejmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû.
39 Piştî ku Îsa elalet verê kir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê.