Metta 21

Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê

1 Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û

2 ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema hûnê li wir kereke girêdayî ya bi dehşik bibînin. Wan vekin û ji min re bînin.

3 Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›»

4 Ev wusa çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:

5 «Ji keç û kurên Siyonê* re bêjin:

‹Va ye, Padîşahê te

Bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî,

Li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba te.›»

6 Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin.

7 Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû.

8 Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê.

9 Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin:

«Hosanna* ji Kurê* Dawid re!

Yê ku bi navê Xudan tê pîroz* be!

Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»

10 Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «Ev kî ye?»

11 Elaletê got: «Ev Îsa pêxember e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.»

Îsa Perestgehê Paqij Dike

12 Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin.

13 Wî ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.› Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran›.»

14 Li Perestgehê, kor û şil û şeht* anîn ba wî û wî ew qenc kirin.

15 Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn

16 û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çi dibêjin?» Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev qet nexwendiye: ‹Te ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr şikir deranî.›»

17 Wî ew li wir hiştin û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand.

Dara Hêjîrê

18 Serê sibê çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr ew birçî bû.

19 Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di cih de hişk bû.

20 Gava ku şagirtan ev yek dît, şaş man û gotin: «Ma dara hêjîrê çawa di cih de hişk bû?»

21 Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe.

22 Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.»

Pirsa li ser Desthilatiya Îsa

23 Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?»

24 Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim:

25 Imadkirina* Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?›

26 Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.»

27 Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»

Mesela Du Kuran

28 «Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.›

29 Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû.

30 Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû.

31 Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.»

Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê.

32 Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.

Mesela Rezvanan

33 «Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.

34 Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin.

35 Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran.

36 Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî.

37 Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta* kurê min bigirin.›

38 Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.›

39 Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin.

40 Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?»

41 Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wusa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.»

42 Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên* Pîroz de ev nexwendiye:

‹Ew kevirê ku hostayan red kir,

Bû kevirê serê rikin*.

Ev ji aliyê Xudan ve çêbû,

Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!›»

43 «Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wusa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne.

44 Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»

45 Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje.

46 Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.