Kitêba Morkirî û Berx
1 Hingê min di destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt de nivîsara lihevpêçayî dît. Ew ji herdu aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin.
2 Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê* veke û morên wê rake?»
3 Lê ne li ezmên, ne li ser erdê û ne jî di bin erdê de tu kesî nikaribû kitêb vekira û lê binêriya.
4 Ez gelek digiriyam, çimkî kesek hêjayî peyda nebû ku kitêbê veke û lê binêre.
5 Hingê yekî ji rihspiyan ji min re got: «Negirî! Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda* ye, Rayê* Dawid* bi ser ket, ku kitêbê û heft morên wê veke.»
6 Hingê li ber text û di navenda çar afirîdên* jîndar û rihspiyan de min Berxek dît, wek ku şerjêkirî be. Heft strûhên* wî û heft çavên wî hebûn. Evên ha heft ruhên Xwedê ne yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin.
7 Ew hat û kitêb ji destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt stand.
8 Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng* û piyanên zêrîn ên tije bixûr* hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.
9 Û lavijeke nû distrandin û digotin:
«Tu hêja yî ku kitêbê bistînî
Û morên wê vekî.
Çimkî tu hatî şerjêkirin
Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî,
Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn;
10 Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn*
Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.»
11 Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû.
12 Bi dengekî bilind digotin:
«Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz,
Dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet,
Rûmet û pesin bistîne.»
13 Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û hemû tiştên di wan de, digotin:
«Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret
Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!»
14 Û çar afirîdên* jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn*.