Ji Kurên Îsraêl 144 Hezar Mirov Tên Morkirin
1 Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.
2 Min milyaketekî din jî dît ku ji Rojhilatê derdiket û mora Xwedayê jîndar pê re bû. Bi dengekî bilind gazî wan çar milyaketan kir, yên ku desthilatî ji wan re hatibû dayîn, ku zirarê bidin erd û deryayê; wî ji wan re got:
3 «Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, ziyanê nedin erdê, deryayê û daran.»
4 Hingê min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst: Ji hemû eşîrên kurên Îsraêl sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin.
5 Ji Eşîra Cihûda diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
Ji Eşîra Rûbên diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Gad diwanzdeh hezar,
6 Ji Eşîra Aşêr diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Neftelî diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Minaşe diwanzdeh hezar,
7 Ji Eşîra Şimûn diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Lêwî diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Îsexar diwanzdeh hezar,
8 Ji Eşîra Zebûlon diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Ûsiv diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Binyamîn diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
Elaleta ji Hemû Miletan
9 Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke* mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.
10 Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin:
«Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku
Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.»
11 Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn* Xwedê û digotin:
12 «Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî,
Şikir, hurmet, hêz û karîn
Bila her û her ji Xwedayê me re be.
Amîn.»
13 Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»
14 Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.
15 Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne
Û di Perestgeha* wî de şev û roj diperizin wî.
Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê* xwe li ser wan vegire.
16 Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin
Û ne tav û ne jî germî li wan dixe.
17 Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye
Wê şivantiyê li wan bike
Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê.
Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»