Heft Kes ji bo Xizmetê Tên Bijartin
1 Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan* zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî* gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn.
2 Hingê diwanzdehan hemû şagirt li ser hev civandin û gotin: «Ne qenc e ku em dev ji peyva Xwedê berdin û xizmeta sifreyan bikin.
3 Loma birano, hûn di nav xwe de, heft mirovên bi Ruhê Pîroz tije û şehreza bibijêrin û em wan deynin ser vî karî.
4 Heçî em in, emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê.»
5 Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan.
6 Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan.
7 Peyva Xwedê çiqas diçû belav dibû; hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû û ji kahînan jî gelekan bawerî qebûl dikir.
Steyfan Tê Girtin
8 Steyfanê ku bi kerem û hêzê tije bû, gelek nîşan û karên mezin di nav gel de dikirin.
9 Hingê, hinek ji Kinîşta* ku jê re Kinîşta Azadiyan* digotin û hin Kûrênî, Skenderyayî û hinekên ku ji Kîlîkya û Asyayê* bûn, rabûn bi Steyfan re devjenî kirin.
10 Lê wan nikaribû li ber wê şehrezayî û wî Ruhê ku Steyfan pê dipeyivî, rawestin.
11 Hingê wan serê hinekan tije kirin ku bêjin: «Me bihîst ku vî mirovî çêrî* Mûsa û Xwedê kir.»
12 Û wan xelk, rihspî û Şerîetzan* rakirin ser piyan û bi ser Steyfan de hatin, ew girtin, anîn ber civîna giregiran.
13 Şahidên derewîn derxistin pêş û şahidan got: «Ev mirov dev jê bernade, li hember vî cihê pîroz û Şerîetê gotinan dibêje.
14 Me bihîst ku wî got: ‹Ev Îsayê Nisretî wê vê Perestgehê xera bike û wan adetên ku Mûsa dane me biguhere.›»
15 Hemû yên ku li civîna giregiran rûdiniştin bi baldarî li wî nêrîn û dîtin ku rûyê wî wek rûyê milyaketan e.