Selanîkî I, 3

1 Ji bo vê yekê êdî me nikaribû em xwe bigirin. Me qîma xwe anî ku em li Atînayê bimînin tenê

2 û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we,

3 da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe. Hûn bi xwe dizanin ku em ji bo vê yekê hatine hilbijartin.

4 Û çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wusa jî çêbû.

5 Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe.

6 Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û Mizgîniya bawerî û hezkirina we da me. Wî got ku we hergav bi qencî em dianîn bîra xwe û wek ku em bêriya we dikin, hûn jî wusa bêriya me dikin.

7 Ji bo vê yekê birano, di nav hemû zehmet û tengahiyên me de, bi baweriya we, dilê me li ser we rihet bû.

8 Madem ku hûn bi Xudan nelebte ne, êdî em dijîn.

9 Ma ji bo hemû şahiya ku em ji bo we li ber Xwedayê xwe pê şa dibin, em dikarin ji bo we çi şikiriyê bidin Xwedê?

10 Em şev û roj bi dil û can dua dikin, da ku em rûyê we bibînin û kêmahiyên baweriya we temam bikin.

11 De bila Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa berê riya me bide we.

12 Û ka çawa hezkirina me ji bo we zêde ye, bila Xudan hezkirina we ji bo hevdû û ji bo hemûyan mezin û zêde bike,

13 da ku dilê we xurt bike, ku çaxê Xudanê me Îsa bi hemû pîrozên* xwe ve bê, hûn li ber Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêkêmahî bin.