Silav
1 Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê li gor soza jiyana ku bi Mesîh Îsa ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,
2 ji kurê min ê delal Tîmotêyos* re:
Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa, rehm, kerem û aştî li ser te be.
Razîbûn û Dilşidandin
3 Ez hergav şev û roj di duayên xwe de te tînim bîra xwe û ji Xwedayê ku ez ji bav û kalan ve bi wijdana paqij diperizimê* re şikir dikim
4 Ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe û ez bêriya te dikim, da ku dilê min tije şahî bibe.
5 Ez wê baweriya* te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî.
6 Ji bo vê yekê ez tînim bîra te, ku tu agirê diyariya Xwedê gur bikî, ku bi destdanîna* min a li ser te, ji te re hatiye dayîn.
7 Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me.
8 Îcar şerm neke, ku tu ji bo Xudanê me şahidiyê bikî, ne jî ji min şerm bike, ez ê ku di ber wî de girtî me. Lê li gor hêza Xwedê, bi min re ji bo Mizgîniyê tengahiyê bikişîne.
9 Xwedê em xilas kirin,
Û ji bo pîroziyê gazî me kir
Ne ji ber kirinên me,
Lê li gor mebest û kerema xwe.
Ev kerem bi destê Mesîh Îsa,
Ji beriya destpêka deman ve ji me re hat dayîn.
10 Lê niha ew bi xuyabûna Xilaskarê me
Mesîh Îsa eşkere bû; wî mirin betal kir,
Jiyan û nemirinî bi Mizgîniyê derxist ber ronahiyê.
11 Ez ji vê Mizgîniyê re peyvbêj, Şandî* û mamoste hatime kifşkirin.
12 Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya* xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze.
13 Wan peyvên* saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak.
14 Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê* Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze.
15 Tu dizanî, hemû yên ku di herêma Asyayê* de ne, dev ji min berdan; Fûgelos û Hêrmoxênîs jî ji wan in.
16 Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir,
17 lê gava ku hat Romayê, bi xîretkêşî li min geriya û ez dîtim.
18 Xudan bike, ku di wê rojê de ew rehmê ji Xudan bibîne. Tu qenc dizanî ku li Efesê wî ji min re çiqas xizmet kir.