Xerabiyên Rojên Dawî
1 Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên.
2 Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak,
3 bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê,
4 xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin.
5 Wê şiklê jiyana xwedayî* nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe.
6 Yên ku bi qurnazî dikevin nav malan û wan jinên gêjik ên ku bi guneh hatine barkirin û bi her cûreyê xwestekên xerab tên ajotin bindest dikin, ji van in.
7 Ew jinên gêjik hergav hîn dibin, lê tu caran nikarin bigihîjin zanîna rastiyê.
8 Çawa Yanîs û Yambrîs li ber Mûsa* rabûn, wusa jî ev mirov li dijî rastiyê radiwestin. Fikrên van mirovên ha xera bûne û di baweriyê de hatine redkirin.
9 Lê ew gelekî pêşve naçin, çimkî bêfêmiya wan jî wê ji hemûyan re kifş bibe, çawa ya wan herduyan jî kifş bû.
Hişyarkirin
10 Lê haya te ji hînkirina min, rabûn û rûniştina min, mebesta min, baweriya min, bîhnfirehî û hezkirina min, ragirtina* min,
11 tengahî û cefayên min heye. Tu dizanî li Entakyayê, li Qonyayê, li Lîstrayê çi tişt hatin serê min. Min di çi cefayan de ragirt*! Lê Xudan ez ji hemûyan rizgar kirim.
12 Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin.
13 Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin.
14 Lê heçî tu yî, tu di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî.
15 Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.
16 Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê,
17 da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be.