Silav
1 Ji Pawlosê* xulamê Xwedê û Şandiyê Îsa Mesîh: Ji bo baweriya bijartiyên Xwedê û zanîna rastiya bi jiyana xwedayî* ve girêdayî ye, ez hatime gazîkirin.
2 Ev ji hêviya jiyana herheyî tê. Xwedayê ku derewan nake, ji beriya destpêka deman ve jiyana herheyî soz da
3 û di wextê xwe de bi danezana peyva* xwe eşkere kir. Li gor emrê Xilaskarê me Xwedê xizmeta belavkirina vê daxuyaniyê bi ewlehî ji min re hat dayîn.
4 Ji Tîtos re, ku di baweriya* me ya hevpar de kurê min ê rast e:
Kerem û aştî ji Bav Xwedê û ji Xilaskarê me Mesîh Îsa li ser te be.
Tîtos li Girîtê
5 Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî.
6 Divê rihspî bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, zarokên wî bawermend bin û navê wan bi bêedebî û bi neguhdarî derneketibe.
7 Çimkî çavdêrekî ku şahneyê* Xwedê be, divê bêqusûr be, xwe dernexe pêş, zû hêrs nebe, ne bindestê şerabê be, ne zordar be, li pey qezenca ne rast nekeve;
8 lê divê mêvanperwer be, xêrxwaz be, sergiran be, dadperwer* be, pak be, bikare nefsa xwe,
9 ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.
10 Gelek mirovên serhişk, kelkelo û xapînok jî hene; bi taybetî yên ku ji nav Cihûyan hatin.
11 Divê devê wan bê girtin, çimkî ew ji bo qezenca xwe ya qirêjî tiştên ku divê neyên hînkirin, hîn dikin û malan bi tevahî xera dikin.
12 Yekî ji wan, pêxemberekî wan gotiye: «Girîtî hergav derewkar in, cenawirên xerab û tiralên xwera ne.»
13 Ev şahidî rast e. Ji ber vê yekê bi hişkî dengê xwe li wan hilde, da ku ew di baweriyê* de saxlem bin.
14 Tu guhê xwe nede çîrokên Cihûyan û emrên wan ên ku rastiyê red dikin.
15 Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye.
16 Bi eşkereyî dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin. Ew lewitî ne, neguhdar in û ji bo her karê qenc bêkêr in.