Zebûr 8

Zebûr 8

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid a li ser Gîtîtê.

1 Ey Serwerê me Xudan,

Çiqas mezin e navê te li erd û ezman!

Berziya te dagirtiye ezman.

2 Te bi devê yên berşîr û zarokan,

Li pêş dijminên xwe çeper çêkirî,

Dengê neyar û yê ku heyfê distîne birî.

3 Gava ku ez dinêrim li ezman,

Karê destê te, heyv û stêran,

4 Hingê dipirsim ez ji xwe:

«Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî,

Kurê mirov çi ye ku tu wî bibînî?»

5 Te ew piçekê ji xwe kêmtir afirand,

Bi taca berzî û rûmetê xemiland.

6 Te ew li ser karên destê xwe kir serwer,

Her tişt kir bin lingê wî seranser:

7 Pez û dewarên xwe,

Heywanên xwe yên çolê da ser.

8 Teyrên ezman û masiyên behran,

Hemû giyandarên keviyên deryayan.

9 Ey Serwerê me Xudan,

Çiqas mezin e navê te, li erd û ezman!