Zebûr 76
Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Zebûra Asaf, lavij.
1 Li Cihûdayê Xwedê tê zanîn,
Li Îsraêlê navê wî bilind e;
2 Holika wî li Salemê ye,
Dera lê rûdinê li Sîyonê,
3 Wî li wê derê, tîrên bi agir,
Şûr û mertal, çekên şer şikand.
4 Yê ku berz e tu yî,
Tu ji çiyayên serfiraziyê rewnaqtir î.
5 Yên mêrxas hatin şêlandin,
Wan xewa xwe kir,
Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin.
6 Ey Xwedayê Aqûb, ji erzşikandina te,
Ereba cengê jî, hesp jî nîvmirî bûn.
7 Tu, tirsdar î! Tu!
Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?
8 Da ku tu xelas kî hemû bindestên dinê,
Ey Xwedê, gava ku te dest pê kir bi dadbarkirinê,
9 Biryara te ji ezmanan hat bihîstin,
Erd tirsiya û bêdeng ma.
10 Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e,
Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e
11 Sozên xwe ji Xudan Xwedayê xwe re bi cih bînin,
Hemû yên li der û dora wî,
Bila ji yê tirsdar re diyariyan bînin.
12 Ew, ruhê serokan dişikîne,
Ji padîşahên dinê re tirsê tîne.