Zebûr 75
Ji bo şefê muzîkê, di meqamê «Xera Neke» de,
Zebûra Asaf, lavij.
1 Em ji te re spas dikin ey Xwedê,
Em spas dikin, çimkî navê te nêzik e,
Karên te yên nedîtî, vê didin xuyan:
2 «Dema ku min kifş kiriye bê,
Ezê bi rastiyê dadbar bikim,
3 Erd û hemû yên lê rûniştî heliyan,
Stûnên wê min şidand.
4 Ji yên ku pesnê xwe didin re, min got, ‹Pesnê xwe nedin.›
Ji xeraban re, min got, ‹Qiloçên xwe ranekin!› »
5 Qiloçê xwe jor ve ranekin,
Nepeyivin, serî rakirî!
6 Çimkî ne li dera ku roj hiltê û ne jî li dera ku diçe ava,
Ne jî ji çola çiyan dadbarî tê.
7 Dadger tenê Xwedê ye,
Yekî nizim dike, yê din bilind dike.
8 Di destê Xudan de kase heye,
Ji şereba kefdayî û tevlihev;
Ew dirêje û tije dike kasê,
Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê.
9 Ezê her û her vê bikim ilam,
Pesnê Xwedayê Aqûb bidim bi lavijan:
10 «Ezê hemû hêza xeraban bişikînim,
Belê wê hêza rastan bilind bibe.»