Zebûr 70
Ji bo şefê muzîkê, ji bo bibîranînê, Zebûra Dawid e.
1 Ey Xwedê, zû min azad ke!
Ey Xudan, bi lez were alîkariya min!
2 Bila şerm bikin û rûyê wan sor bibe,
Yên ku digerin li kuştina min!
Bila riswa bibin,
Yên ku şa dibin bi xerabiya min!
3 Yên ku ji min re dibêjin «Ox, Ox»
Bila ji şerma xwe şûn ve vegerin!
4 Hemû yên ku li te digerin,
Bila bi te hênik û şa bibin!
Yên ku ji rizgarkirina te hez dikin,
Bila hergav bêjin «Xwedê mezin e!»
5 Belê ez bindest û belengaz im,
Ey Xwedê, tu bazde alîkariya min!
Tu yî alîkar û rizgarkarê min,
Dereng nemîne, ya Xudan!