Zebûr 67
Ji bo şefê muzîkê, bi sazên bi têl, Zebûr, lavij.
1 Xwedê li me were rehmê û me pîroz ke,
Ji bo me bibiriqîne rûyê xwe.
2 Da ku li ser rûyê erdê riya te,
Di nav hemû miletan de rizgariya te bê zanîn.
3 Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê,
Hemû gel ji te re spas bikin!
4 Bila milet şa bin û bi şahî biqîrin,
Çimki tu bi rastiyê miletan dadbar dikî,
Tu rêberiya miletên li ser rûyê erdê dikî.
5 Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê,
Bila hemû gel ji te re spas bikin!
6 Rûyê erdê berê xwe da,
Xwedê, Xwedayê me, wê me pîroz bike.
7 Wê Xwedê me pîroz bike,
Çaraliyên dinê wê ji wî bitirse!