Zebûr 64
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
1 Di lavakirinê de, dengê min bibihize ey Xwedê,
Ji tirsa dijmin biparêze jîna min.
2 Ji şêwrên dizî yên xeraban,
Tu min veşêre ji welwela fesadan.
3 Ew ku, zimanê xwe wek şûr tûj kirine,
Tîrên xwe wek gotinên tal ava kirine,
4 Da ku ji dera veşartî, bavêjin zilamê gihîştî.
Ji nişka ve, bê tirs davêjin wî.
5 Di karê xerabiyê de ew wêrek in,
Kozikên veşartî dişêwirin,
«Ma wê kî bibîne?» dibêjin.
6 Li fesadiyê digerin,
«Me planek bêqusûr çêkir!» dibêjin.
Dil û hundirê her yekî ji wan kûr e.
7 Belê wê Xwedê, bavêje wan tîran,
Ji nişka ve birindar bike wan.
8 Wê zimanê wan, wan bibe xerabûnê,
Yên ku wan bibînin, wê serê xwe bi wan bihejînin.
9 Wê hemû mirov bitirsin,
Karê Xwedê bidin bihîstin,
Ya ku wî kiriye bifikirin.
10 Yê rast wê bi Xudan şa be,
Xwe bispêre wî,
Hemû dilên paqij wê bidin pesnê wî.