Zebûr 61

Zebûr 61

Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Zebûra Dawid.

1 Ey Xwedê, feryada min bibihîze,

Goh bide dua min.

2 Gava ku dilê min dixeriqe,

Ez bangî te dikim ji vî kujê dinê.

Tu min derxe wî zinarê ku ez nagihîjimê,

3 Çimkî tu ji bo min bûyî star,

Li hember dijmin bûyî birceke hêzdar.

4 Li konê te ez her û her rûnêm,

Xwe bavêjim bin siya bazkê te.

5 Ey Xwedê, te sozdanên min bihîst,

Mîrasa yên ku ji navê te ditirsin, te da min.

6 Tu rojan, li rojên padîşah zêde ke,

Bila salên wî bibin sedsal!

7 Bila li pêş Xwedê hergav rûnê,

Tu wî, bi kerem û rastiya xwe biparêze!

8 Hingê ezê ji navê te re hergav lavijan bêjim,

Û her roj sozên xwe bînim cih.