Zebûr 6
Ji bo şefê muzîkê, bi sazên heşt têl
Zebûra Dawid.
1 Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle!
Bi xezebê min neyne rê.
2 Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez çilmisî me ji can.
Şîfayê bide min ya Xudan, çimkî dilerizim ez ji hestiyan.
3 Pirr dilerize canê min
Ax, ya Xudan, heta kîngê?
4 Vegere, tu ey Xudan, azad bike li min can,
Xelas bike min bi kereman.
5 Kes te bibîr nayne ji nav miriyan,
Wê kî şikir bike ji te re ji diyarê miriyan?
6 Ji nalîna xwe ez westiyam,
Ji girî her şev şil e doşeka min,
Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.
7 Ji kederê tarî bû fera çavê min,
Qels bûn çav ji rûyê dijminê min.
8 Ey hûn yên ku xerabiyê dikin,
Dûr kevin ji min,
Çimkî Xudan bihîst giriyê min.
9 Xudan bihîst lavakirina min,
Wî qebûl kir dua min.
10 Wê şerm bikin hemû dijminên min,
Û têr bilerizin hemû.
Wê vegerin û pê re şermezar bibin.