Zebûr 58
Ji bo şefê muzîkê, di meqamê «Xera Neke» de Mîktama Dawid.
1 Ey desthilatdarno, ma hûn edaleta rast dibêjin?
Ma hûn, mirov bi rastiyê dadbar dikin?
2 Na! Hûn bi dil neheqiyê dikin,
Li nav welat, hûn zordariya destê xwe datînin mêzînê.
3 Xerab hê ji malzaroka dê xerab in,
Bi bûyina xwe re derew dibêjin, averê dibin.
4 Jehra wan wek jehra mar e.
Gohê xwe digirin, wek koremarên kerr in.
5 Ew koremar ku,
Dengê efsûnkar û sêrbazên hunermend nabihîze.
6 Ey Xwedê, tu bişikêne diranê devê wan,
Ya Xudan, bişikêne kêlbên şêran!
7 Bila wek ava ku diherike, nemînin.
Bila serê tîrê wan şikandî be, gava ku kevanê xwe dişidînin.
8 Bila bibin wek şeytanokê ku dihelin û diçin.
Wek zarokê ji ber jinê çûyî, rûyê rojê nebînin.
9 Hê ku beroşên wan, agirê striyan nebihîstine,
Çi terr û çi jî hişk, wê bi bagerê bipengizin.
10 Zilamê rast, wê bi dîtina tolsîtandînê şa be,
Wê bi xwîna xeraban lingên xwe bişo.
11 Hingê wê mirov bêjin: «Rast e, perrûya yê rast heye,
Rast e, Xwedayek ku dinê dadbar dike heye.»