Zebûr 57

Zebûr 57

Ji bo şefê muzîkê, di meqamê «Xera Neke» de Mîktama Dawid.

Gava ji Sawil reviyabû şikevtê.

1 Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê,

Çimkî min xwe avêt te;

Heta ku bela derbas bin,

Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te.

2 Ez bangî Xwedê, Yê Herî Berz dikim,

Ew Xwedê ku, her tiştî ji bo min dike.

3 Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke,

Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke,

Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne.

4 Canê min di nav şêran de ye,

Di nav zilamên ku dişewitînin de ez radizêm,

Diranên wan wek rim û wek tîr in,

Zimanê wan şûrê tûj.

5 Ey Xwedê, li ser ezmanan bilind be,

Bila berziya te li ser tevahiya erdê be!

6 Tor avêtin gavên min,

Pelişî canê min;

Li pêş min çal vedan,

Ew bi xwe ketinê.

7 Dilê min bêleq e, ey Xwedê, dilê min bêleq e,

Ezê lavij û îlahiyan bêjim.

8 Hişyar be ey canê min, hişyar be,

Hişyar be ey ribab, ey çeng,

Ezê, seherê hişyar kim!

9 Di nav miletan de ez spasî bidim te, ey Xudan,

Di nav netewan de ji te re lavijan bêjim.

10 Çimkî kerema te heta ezmanan,

Rastiya te mezin e bi qasî asîmanan.

11 Ey Xwedê, bilind bibe li ser ezmanan,

Bila berziya te li ser tevahiya erdê be.