Zebûr 54

Zebûr 54

Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Maskîla Dawid e.

Piştî Zilfî hatin û ji Sawil re gotin:

«Dawîd di nav me de xwe vedişêre.»

1 Ey Xwedê min bi navê xwe rizgar ke,

Bi hêza xwe min pak ke!

2 Ey Xwedê, duaya min gohdar ke,

Goh bide peyva devê min.

3 Çimkî biyaniyan serî hilda li ber min,

Zordar dixwazin bistînin canê min,

Ew li Xwedê nagerin.

4 Va ye, Xwedê alîkarê min e,

Reb piştgirê min e.

5 Ewê xerabiyê li dijminên min vegerîne,

Bi dilsoziya xwe wan ji navê hilîne.

6 Ya Xudan, ezê ji dil qurbanekê pêşkişî te bikim,

Bi navê te spas bikim, çimkî ew qenc e.

7 Te ez ji hemû tengahiyên min rizgar kir,

Li pêş çavê min dijminên min helaq kir.