Zebûr 53

Zebûr 53

Ji bo şefê muzîkê, bi meqamê mahalat,

Maskîla Dawid e.

1 Bêaqil, di dilê xwe de got, «Xwedê tune!»

Mirov xera bûn, karên xerab serê xwe hildan û çûn,

Kesî ku qenciyê bike tune.

2 Xwedê ji ezmanan li mirovan nêrî,

Ka gelo yekî jîr û li Xwedê digere heye.

3 Hemû averê bûn,

Bi hev re murdar bûn,

Kesî ku qenciyê dike tune.

Tenê kesek!

4 Yên ku fesadiyê dikin, ma nizanin?

Ku ew gelê min wek nan dixwin,

Û ew bangî Xwedê nakin.

5 Ewê, li dera ku tirs lê tune pirr bitirsin,

Çimkî wê Xwedê, hestiyên yên ku dor li te pêçane bişikîne,

Ewê şermî bibin, çimkî Xwedê ew ji xwe avêtin.

6 Xwezî rizgariya Îsraêlê ji Siyonê bihata!

Gava ku Xwedê gelê xwe ji surgûnê bi şûn ve bîne,

Wê Aqûb şa be û Îsraêl di şahiyê de bimîne.