Zebûr 52

Zebûr 52

Ji bo şefê muzîkê, Maskîla Dawid e,

piştî Doegê Edomî hat ba Sawil û jê re got,

«Dawid hatiye mala Avîmelek.»

1 Bo çi tu bi xerabiyê pesnê xwe didî, ey zordar?

Kerema Xwedê her û her e.

2 Ji zimanê te fesadî tê der

Wek dûzana tûj hîlekar e.

3 Tu ji qenciyê bêtir xerabiyê,

Ji rastiyê bêtir ji derewan hez dikî.

4 Tu, ey zimanê hîlekar!

Tu hez dikî ji her gotina xerakar.

5 Belê wê Xwedê, te her û her hilweşîne,

Wê bi te bigire û te ji konê te derîne,

Ji diyarê jiyanê koka te bişkivîne.

6 Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin,

Pê bikenin û weha bêjin:

7 «Vî zilamê ha, xwe nespart Xwedê,

Bi pirrbûna serweta xwe ewle bû,

Û xwe spart dewlemendiyê!»

8 Belê ez, li mala Xwedê wek dara zeytûnê ya şîn im,

Hergav û her û her bi kerema Xwedê ewle me.

9 Ez hergav ji te re spasdar im, çimkî te ev kir,

Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im,

Çimkî ew qenc e.