Zebûr 47
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra lawên Korah e.
1 Ey hemû miletno, li çepikan xin!
Bi stranên şahiyê biqîrin ji Xwedê re!
2 Çimkî Xudan, Yê Herî Berz e, tirsdar e,
Li ser tevahiya erdê, padîşahê mezin e.
3 Ew miletan dike bin me,
Ummetan dike bin lingê me.
4 Wî mîrasa me ji bo me bijart,
Serbilindiya Aqûbê ku wî jê hez dikir.
5 Xwedê bi qîrîna şahiyê,
Xudan bi dengê boriyê bilind bû.
6 Pesnê Xwedê bidin, bidin pesnê wî;
Pesnê padîşahê me bidin, pesnê wî bidin!
7 Çimkî Xwedê padîşahê hemû dinê ye,
Bi têgihîştin, bidin pesin!
8 Xwedê li ser textê xwe yê pîroz rûdinê,
Padîşahî dike li ser hemû miletan.
9 Serokên miletan, li hev civiyan,
Ji bo ku bibin milet ji bo Xwedayê Brahîm;
Çimkî mertalgirên erdê, yên Xwedê ne.
Ew gellek mezin e.