Zebûr 46
Ji bo şefê muzîkê,
lavija kurên Korah, bi meqamê Alamot.
1 Xwedê stargeh û hêza me ye,
Di tengahiyê de hergav amade û alîkarê me ye.
2 Ji ber vê yekê, dinya serobino bibe,
Çiya biqelibin himêza deryayan,
3 Av bilind bibin, li hev biqelibin,
Bi nepixîna wan derya bilerizin, em natirsin.
4 Çemek heye ku ava wê, şahiyê tîne bajarê Xwedê,
Şa dike mala pîroz a Berzê Berzan.
5 Xwedê di nav wî de,
Nalerize ew bajar.
Berdestî sibê, Xwedê tê alîkariya wê.
6 Milet digurmijin, welat hejiyan,
Wî deng da, dinya heliya.
7 Xudanê ordiyan bi me re ye,
Xwedayê Aqûb birca me ye.
8 Werin û bibînin karên Xudan,
Xerakirina ku wî anî ser erdan.
9 Şeran dide rawestin li çar aliyên dinê,
Kevan dişikêne, perçe dike riman.
Dişewitîne erebên cengê, bi agiran.
10 «Bîhnfireh bin û bizanibin ku ez im Xwedê,
Ezê bilind bibim li nav netewan,
Bilind bibim li rûyê erdê!»
11 Xudanê ordiyan bi me re ye,
Xwedayê Aqûb birca me ye.