Zebûr 4

Zebûr 4

Ji bo şefê muzîkê, bi sazên bi têl, Zebûra Dawid.

1 Gava ku min li te kir hawar,

Bersîva min bide, ey Xwedayê min!

Ji tengahiyan, tu derîne firehiyan,

Li min were rehmê, goh bide dua min.

2 Ey mirovno, hûnê heta kîngê,

Rûmeta min vegerînin şermê?

Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin,

Û bi pey derewan bikevin?

3 Bizanin ku Xudan, yê dîlsoz ji bo xwe veqetandiye,

Kengê ez bang bikimê, ew min dibihîze.

4 Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin.

Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin.

5 Qurbanên rastiyê bidin,

Bi Xudan ewle bin.

6 Yên ku dibêjin «Wê kî bi me qenciyê bike?» gellek in.

Bi ronahiya rûyê xwe, me ronahî bike ya Xudan!

7 Te şahiyek wusa kir dilê min, wusa pirr,

Ji ya ku ew, ji firehiya genim û şeraba teze distînin bêtir.

8 Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim,

Çimkî tenê tu, ya Xudan,

Di ewlehiyê de min didî rûniştin.