Zebûr 32
Zebûra Dawid, Maskîl.
1 Xwezî bi wî ku serhildana wî hatiye bexişandin,
Gunehê wî hatiye nixamtin!
2 Xwezî bi wî ku Xwedê jê re guneh nenivîsandiye,
Di ruhê wî de hîle nîye!
3 Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî,
Tevahiya rojê ji nalînê,
Hestiyên min heliyan.
4 Çimkî şev û roj,
Destê te li ser min giran bû.
Derman di çokê min de nema, wek ziwahiya havînê.
5 Min ji te re diyar kir gunehê xwe,
Min nenuxamt sûcê xwe.
Min ji Xudan re got, «Ezê serhildanên xwe bêjim.»
Te bexişand sûc û gunehên min.
6 Loma bila her evdê te yê dilsoz
Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin.
Da ku negihîje wan rabûna avên mezin.
7 Tu yî stara min,
Tu min diparêzî ji tengahiyan,
Bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min.
8 Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim,
Şîret li te bikim,
Çavê min li ser te ye.
9 Bêfêm nebin wek hesp û hêstiran;
Lixab û hevsar lazim e ji bo girtina wan,
Yan na, ew nêzik nabin mirovan.
10 Gellek e kedera xeraban,
Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan.
11 Ey rastno, bi Xudan şa bin, dilşa bin;
Ey dilpakno,
Hemû bi şahî biqîrîn!